21 Kasım 2024
  • İstanbul14°C
  • Ankara17°C
  • Van10°C

ZÎNÊ

Mihemed FERAŞÎNÎ

02 Mart 2018 Cuma 14:18

 

                                                             ‘’Azman, mohra qederê ye bo mirovi.''

                                                                                          Seîdê Norsî / Kurdî

 

Mirada Zînê ew bu ku siharê zu rabît, nivêja sipêdê biket, bi dilekî paq u paqij destên xwe bo Rebbê alemê veket u têra dilê xwe dia biket.

Dilê xwe bo Rebbê xwe veket, hemi tişti ji ''Wi'' bixwazît. Paşê jî derkevîte nav bexçeyî, di nav darên fêqîda bigerhît, guhê xwe bidete dengê çuçkan u dayîna hitavê temaşa biket.

Wextê siharê demê bayek dihat ewi bayê siharê li gel belgên daran riha Zînê jî dihejand.  Zînê bi xususî gele hej bayê sipêdê dikir.

Rabubu nivêje sipêdê wê rojê Zînê. Dinya hêj rohin nebubu. Bi dilekî xweş destnivêja xwe wergirt. Mêzerka xwe rayêxist. Bi dilekî şikirdar u xweş niyeta xwe ya nivêjê îna u bi dil u can got:

 ‘’Allah u Ekber’’…

Piştî kirina nivêjê Zînê Qurana Kurdî ji taqê (dîwar) îna xwarê u da destê xwe. Ewilkî Quran sê cara maç kir u bire serê xwe. Ji maznên xwe we dîti bu. Qurana Kerîm da ber singê xwe u ço ser balqona malê. Bi rêz u hirmet ewilkî hinde sure xwandin u paşê jî mena wan ya Kurdî xwand. Bi tesadufî sureya Rumê, ayeta bîst u duwê (22) xwandibu Zînê. Mena wê ye hoke bu:

 ‘’Xuliqandina erd u esmani, cidabuna reng u azmanên hewe ji delîlên hebun u qeweta Wi (Xudê)  ye. Bê şik u şuphe di vê da (şohli / tişti)  bo  yên fahma îbret hene.’’

Bi xususî mena wê ayetê gele ço xweşiya Zînê. Zînê li ser mena vê ayetê kefte nav hizra. Nihe halê azmanê wê di çi hali da bu. Heyf u mixabin di welatê wê da gele kesên digotin em bisilmanin, bawerîyê, îmanê bi vê ayetê neînabun. Azmanê wê ne yî azad bu. Hita berî nihe çend salan berê jî mena Qurana Kerîm ya kurdî di malekê da dîtin dibu sebeba hefs u lêdan u kuştinê! Gele rojên zor u zehmet dîtibun Zînê bi çavên serê xwe, gele tişt dîtibun… Her ew şahid bu u Xudê. Ka hindeka çi diîna serê wê ji ber azmanê wê. Hal ew bu ku demê ew hatiye dinyayê ewê azmanê xwe nebijarti bu. Anku ewê negotibu:

  •  Bila azmanê min Kurdî bît.

 

 

Rebbê alemê ev azmane kiribu qedera wê. Gotina Seîdê Kurdî hatibu bîra wê: ‘’Azman, mohra qederê ye bo mirovi.''

 Çi kesê hatiye dinyayê bi îrada xwe azmanê xwe nebijartibu, ne gotibu bila azmanê min  eve bît.  Daybab, civat kîj azmani biaxivin biçuk jî wi azmani diaxivin.

Ewê jî hizrên xwe dikirin u nedişiya meselê di serê xwe da safî biket. Bo çi ew azmanê ku Xudê daye wê êxsîr bubu hinde.

Rojên zanîngehê hatine bîra wê. Di maleke cemaatekê da dima. Demê dest bi zanîngehê kiri gele ye keyfxweş bu. Bi izneha Xudê da di wan şevan da da gele kitêban xelas ket. Gele xevin u xeyalên wê hebun. Miroveke gele Xuda tirs u dirist bu Zînê. Hevalên wê yên malê jî gele hej wê dikirin. Ewan di malê da nivêjên xwe li gelêk dikirin. Radibuna nivêja sipêdê. Li gor sinneta pêxember hinde caran rojî jî digirtin.

Di wê malê da Zînê tinê kurd bu. Hevalên wê yên dî ereb u tirk bun. Zînê çi caran ferq u cidahî nedikir di nabyena mirovan da. Bo wê tiştê muhîm ne azman u millet bu, mirovatî bu. Bo wê tirkbun, kurdbun, erebbun ne mesele bu, tiştê muhîm mirovatî bu. Zînê piştî azmanê xwe yê dayikê kurdî tirkî zanî bu. Gele hes dikir Erebî jî bizanît. Çimkî Erebî azmanê dînê wê bu, azmanê Qurana Kerîm bu, azmanê pêxemberê wê bu.

Zînê gele hej guhdarkirina muzîkê dikir. Di malê da televîzyon nebu. Teybeke  wan ya qasetan hebu. Carna radyo vedikirin, guhê xwe didane muzîka dînî, carna qasetên îlahîyan didane ber teybê u guhê xwe didanê.

 Wê rojê jî ew u hevalên xwe runiştibune ser sifrê, nan dixwarin. Zînê radyo vekiri bu. Bernameya radyoyê jî li ser biratiya îslamê bu. Pêşkeşwanê bernameyê bi dilekî yeqîn behsê biratiya ku îslamê dixwazît biêxîte nav bisilmanan dikir, şîretên biratiyê li bisilmanan dikirin. Bernameya radyoyê çobu xweşiya Zînê u hevalên wê.  Piştî xelasiya programa radyoyê, muzîkê dest pêkir. Muzîkê, ewilkî  samî Yusuf bi ingilîzî dest pêkir. Zînê u hevalên xwe ji xeynî çend kelîmeyan ingilîzî fahim nedikirin. Belê dîsa jî îlahî gele çobune xweşiya wan, çimkî behsê Îslamê dikir. Paşê jî radyoyê îlahiyên erebî u tirkî dabune gotin. Piştî wan îlahiyan îlahîyeke kurdî destpêkiri bu. Çawa kurdî hatibu guhên Zînê, gele keyfxweş bubu. Ji keyfada rukentir bubu Zînê. Zînê hesdikir hevalên wê hal dengê azmanê wê bin, azmanê kurdî jî bibihîsin. Jixwe hevalên wê yên malê jî nivêjker bun, Xudê tirs bun. Bi dîtina wê hevalên wê jî da keyfxweş bin bi guhdarkirina zimanê wê.

Zînê we hizir dikir. Ji nişka ve hevaleke wê ya tirk bi tirkî got:

 

  • Evê stranê biguhore!

Zînê ewilkî tiştek fahim nekir, ne zanî dê çi bêjît. Gele şaş mabu. Hevala wê dîsa paryê nani avête di devê xwe da u got:

  • Eve stranê biguhore!

Zînê vê carê mesele baş fahim kiri bu. Zanîbu ku hevala wê ya malê wa ji îlahîya kurdî aciz buyî. Gele aciz bu Zînê. Ewilkî ji kerba da lal bu. Nezanî dê çi cewabê dete hevala xwe. Bi kerb u zorê di (2) kelîme ji devê wê derkeftin:

  • Bo çi?

Kiçka hevalê wê got:

  • Em jê fahim naken, vê stranê bigre, bibe êke dî.

Ev gotine gele çone zora Zînê. Biçekê sekinî, berê xwe da hevala xwe bi kerb u got:

  • Ma te hita nihe ev îlahîyên İngilîzî u Erebî fahim dikirin ku ti bêjî ‘’ Em jê fahim naken, vê stranê bigre, bibe êke dî.’’?

Kerbên wê gele vebubun. Axaftina xwe dewam kir:

  • Başe hun fahim naken, ma ez jî fahim nakem. Ma ev strane ne azmanê mine. Be ez bo çi nihe azmanê hewe fahim dikem, guhê xwe dideme stranên Tirkî u Erebî? Ma hun min mirov hisab naken? Ma em bisilman ne xwîşk u birayên êkudi bun, ma em hemi ne ji adem bun? Ma adem jî ne ji axê bu. Ma ne eybe, gunehe, şerme ev gotina ti dibêjî?

Zînê da zêdetir axivît, xwe negirt, ji kerba da heftka wê teji bu, destên wê racifîn, dest ji xwarinê berda. Vi demi nezanî dê çi ket. Di wê saniyê da hizar tişt hatine hizra wê.

Demê kerbên zînê vedibun, dengê wê diracifî, bi kelecan dikeft. Ji ber hindê nedixwast zêdetir biaxivît u xwe di çavê wan da biçuk biêxît.

Hevaleke Zînê kefte di nabeynê da, xwast dilnexweşî nekevîte di malê da. Ewê jî bi serê lêvan got:

  • Hevala me ne li hemberê azmanê te ye. Ji kurdî fahim naket, ji ber wê ev tişte got.

Zînê gele êşa bu. Di vê nabeynê da Zînê ji kerba da stran girt. Ne xwast biaxivît, meselê dirêj biket. Ewê mesele baş dizanî. Ewê çi gotiba bê fayde bu. Çimkî hevalên

 

wê nedişibya wê bun. Hevalên wê bi devi bisilman bun, xwîşk u bira bun, şibya êk bun.  Her tiştê êkudibun. Belê demê mesele buba kurd u kurdî biratiya wan xelas dibu. Bo xwe hizar hecet didîtin, bazareke ne bi biratî dikirin. Ji ber hindê hêdîka ji cihê xwe rabu, berê xwe da mezela xwe.

Ya rastî Zînê di mesela bisilmana da nedizanî ku miroveke/î  îslamî jî dê şibya mirovekî normal, ne îslamî, fikirît u hereket ket. Di hizra wê da, di kîtêbên wê yên xwandîda dihate gotin ku ‘ bisilman hemi bira bun, neheqî li çi kes u miletan nedihate kirin, bisilman hemi tifaq bun. Heke neheqî, zilm li kesekê, miletekê hate kirin, hemi bisilman bi pêkve da li hemberî vê zilmê derkevin. Ma bisilman hemi ne bira bun? Ma ne azayên leşekê bun ku heke erdekî leşi êşa hemi leş da pêve mijul bît. Ma bisilman hemi şibya êk u azad nebun?…’

Belê Zînê nihe fahim dikir ku hemi bisilman u cemaat ne şibya êkudi bun, ne di rast u dirist bun, adil nebun, belku hindek ji wan zalim bun.

Ev tişte gele diço zora Zînê. Ev tişte qet hizir nedikir, bawer nedikir. Di dilê xwe da digot:

  •  Ez çawa hej wan u azmanê wan dikem ew jî we hej min u azmanê min diken.

Belê mixabin rastî ne ye we bu.

Êdî nabeyna Zînê u hevalên wê ne şibya berê bu. Zînê ji wan dur kefti bu, ew jî ji Zînê. Êkê ji wan hevalan ne gotibu Zînê:

  •  ‘ Ti heqî, ewê hevalê neheqî li te kir, qusura wê efu bike…’

Hevalên wê yên dî jî xudahni wê dernekefti bun. Ji ber hindê gele xemgîn bubu. Ewê jî êdî nedixwast li wê malê bimînît. Belê bo dumahîka mektebê gele nemabu. Ji ber hindê nedixawst bo çend heyvan biçîte maleke dî, erdekî dî.

Piştî demekê fahim kiri bu ku navê wê jî xirab derêxisti bun. Hinde tiştên nebaş di heqê wê da gotibun. Gotibune maznên cemaatê:

  • Zînê ye nîjadpereste, kurdpereste, cidatiyê diket di nabeyna me da.

Zînê vê carê gele gele êşa bu. Bêbextî lêhatibu kirin. Êdî nedixwast zêdetir li vê civatê bimînît. Tiştên xwe lêk dan. Êdî qet li gel hevalên xwe nediaxift. Piştî ku mekteb xelas bu çanta xwe da destê u ji wan dur keft….

Vêca demê zînê ayeta Rumê ya bîst u duwê (22) ya dibêjît:

 

‘’Xuliqandina erd u esmani, cidabuna reng u azmanên hewe ji delîlên hebun u qeweta Wi (Xudê)  ye. Bê şik u şuphe di vê da (şohli / tişti)  bo  yên fahma îbret hene.’’ xwandi ew roj hatine bîra wê. Ayeta Xudê Teala ye aşkera bu. Azman ayetek ji ayetên Xudê bu. Belê mixabin ew kesên xwe bi navê bisilmanetiyê didane nasîn li gor wê ayetê hereket nedikirin. Zînê jî gele xemgîn dibu ji ber vê korefahmiyê.

Di nav van hizra da hitavê dabu ser balqonê û çavên Zînê.  Zînê bi eşq u evîn Qurana ezîm girt, sê cara maç kir u bire serê xwe. Paşê kire di qabê wê da u hilawîst. Ev diaye hate ser azmanê wê, wekî Quran hilawîstiye cihê wê:

  • Ya Xudê, ti vê zilmê qebul neke, Ti xudahin derkeftina ayetên xwe bike nasîbê me, me serfiraz bike, tifaqê bêxe nabeyna me da, bisilmanan bîne ser riya rast, îmana rast u dirist bike nasîbê me hemi bisilmanan.     

ÖZE DÖNÜŞ DERGİSİ SAYI 7

 

 

 

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.