24 Kasım 2024
  • İstanbul5°C
  • Ankara3°C
  • Van1°C

MİJARA DERSA ME YA KURDÎ YA ÎRO EVDİREHÎM REHMÎ HEKARÎ BU.

Mijara dersa me ya kurdî ya îro Evdirehîm Rehmî Hekarî bu.Ji bo me kurda u kurdıstanê sedsala 20. sedsaleke reşe bi rastî.

Mijara dersa me ya kurdî ya îro Evdirehîm Rehmî Hekarî bu.

12 Aralık 2014 Cuma 11:59

 

Zimanê me qedexekirin, nav u nîşana me winda bu vê sedsalê. Dagirkerên emperyalizmê yên rojhilata navîn ên herêmî bi hîle u xapandina welatê me xiste bin destê xwe u polîtîkayên tarî li ser me meşandin.

Lê dîsa jî ji nav kurdan gelek hamiyetperwer ,welatperwer u fidakar jî derketîne. Bi kar u bar u xebatên bi qîmet alîkariya gelê xwe kirine. Nivîsîne, kovar u rojname weşandine. Ji bo problemên çandî u civakî serê xwe êşandîne.

Ji van yek jî Evdirehîm Rehmî Hekarí ye. Bi rastî eger em bizanîn Kurdistan her dem buye warê alim u
seydayan ; egîd u xweşmêran. Lê di derbarê Dewlemendîyên piralî yên kurdıstanê em pir nezanîn. Wiha di bêje Hekarî :

Ey cehl u nezanîn, tu yî dijmin tu yî xain
Zulma te ya hêlan hemî bêsen'et u bêdîn

Qehra te ye wêrane kirî ax...wetenê min
Kîna te ye bêlane kirî cism û tenê min

Belê alim u rewşenbîrên kurdıstanê têra me hene.  Dîsa di helbesta xwe ya bi navê "Eşqa Welat"de Wiha di bêje :

Dibêjin Welat bo dijmin e
Ez sax bibim qet mimkûn e
Xîret hemiyet zamîn e
Eşqa wî mehvanê min e
Qurban ji wî ra mergê min e
Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û melakê me pat

Mamoste Der başkanı
M. Halil Şan 

kurtce-kurs-(1).jpgkurtce-kurs-(3).jpgkurtce-kurs-(4).jpgkurtce-kurs-(5).jpgkurtce-kurs-(6).jpgkurtce-kurs-(7).jpgkurtce-kurs-(8).jpgkurtce-kurs-(9).jpgkurtce-kurs-(10).jpgkurtce-kurs-(11).jpgkurtce-kurs-(12).jpgkurtce-kurs-(15).jpg

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.